Dadgeha Iraqê biryara desteserkirina Trump derxist!
PeyamaKurd - Dadgeha Lêpirsînê ya navçeya El-Resafa ya Bexdayê îro 7ê Çileya 2021ê, bi tohmeta kuştina cîgirê Serokê Heşda Şeibî Ebûmehdî Muhendis, biryara girtina Serokê Amerîka Donald Trump derxist.
Hat ragihandin ku wê dadgeha Iraqê beriya Trump posta seroktiyê 20ê mehê dewrî Joe Biden bike derxistiye ku wî bi kuştina Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis û hevalên wî tohmetbar dike.
Encûmena Dadweriyê ya Bilind li Iraqê ragihandiye: “Piştî ku dadwerê pispor ê di Dadgeha Lêpirsînê El-Resafa de yê ku lêpirsînê di kuştina El-Muhendîs û hevalên wî de dike gotinên endamên malbata wî nivîsandin û lêpirsînên destpêkê temam bû, biryara girtina Serokê Amerîka Donald Trump da.”
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Ev biryar li gor madeya 406 a Yasaya Cezayên Iraqê hatiye dayîn û lêkolîn dê berdewam be ji bo naskirina beşdarbûyên din ên tawanê, çi Îraqî û çi jî biyanî bin".

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin