Daxuyaniya Korîdora Genim ji Sîsî

29 July 2023 10:31 0 dîtin
Daxuyaniya Korîdora Genim ji Sîsî

PeyamaKurd – Serokê Misrê es-Sîsî, di daxuyaniya xwe ya di Civîna Bilind a Afrîqa û Rûsyayê ya ku li bajarê Rûsyayê St.Petersburg çêbû, di derbarê Peymana Korîdora Genimê ya Derya Reş ku ji aliyê Moskow ve hatiye rawestandin da zanîn, "em li benda çareseriyek li ser bingeha lihevhatinê ne."

Sîsî diyar kir, bi peymana genim dikare pêşî li zêdebûna bihaya genim were girtin û got, "Ev dijwarî di heman demê de ewlehiya parzemîna Afrîkayê û mafên nifşên paşerojê jî dixe xeterê. Ji ber ku hewl didin xwe ji pevçûnan dûr bixin ji bo gelê xwe li rêyên pêşveçûna domdar digerin."

Sîsî eşkere kir, welatên Afrîkayê ji ber zêdebûna bihaya ewlekariya xurek û enerjiyê bandoreke neyînî li wan dikin û wiha got, "Divê demildest ji bo dabînkirina erzaq û gubreyê bi bihayan çareserî bên dîtin ku wê alîkariya Afrîkayê ji vê krîzê derbas bike."