Daxuyaniya 'Tirkiye' ji Amerîkayê
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken diyar kir ku wan pêşwazî li Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan kir ku biryarnameya Serokomariyê ya li ser protokola endamtiya NATOyê ya Swêdê îmze kir û protokola têkildar pesend kir.
Antony Blinken di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da wiha got, "Em pesendkirina Protokola Swêd a NATOyê ya ji aliyê Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan ve bi erênî pêşwazî dikin."
Blinken, da zanîn ku ew li bendê ne ku belgeyên beşdarbûna Swêdê bigihêjin Washington û Swêd bibe endamê 32yemîn ê NATOyê û got, "Swêd û Îtîlaf (NATO) bi hev re xurtir in."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin