Denmark, 100 tanqên Leopard disîne Ukraynayê

11 April 2023 15:00 0 dîtin
Denmark, 100 tanqên Leopard disîne Ukraynayê

PeyamaKurd- Wezîrê Berevaniya Denmarkê ragihand ku beriya demsala havînê, ew ê nêzî 100 tanqên Leopard 1 bişînin Ukraynayê.

Wezîrê Berevaniyê yê bi wekalet ê Denmarkê Troels Lund Poulsen, li Ukraynayê bi Wezîrê Berevaniya Ukraynayê Oleksi Reznikov re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê, Poulsen û Reznikov civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xistin.

Poulsen diyar kir ku ew ê di Şerê Rusya û Ukraynayê de piştgiriya Ukraynayê bidomînin û destnîşan kir ku di vê çarçoveyê de ew ê alîkariyên curbecur ên çekan bidin. 

Wezîr Poulsen diyar kir ku ew xwe amade dikin ku tanqên Leopard 1 bişînin Ukraynayê û wiha got:

"Em ê beriya demsala havînê, dest bi radestkirina tanqên Leopard 1 ji bo Ukraynayê bikin. Piştre em hêvî dikin ku di nîvê ewil ê salê de em ê nêzî 100 Leopardan bidin. Ez dikarim bibêjim ku ev, ji bo artêşa Ukraynayê girîng e.”