Duhok | Teleferîka Çiyayê Gare tê çêkirin

17 July 2022 19:33 0 dîtin
Duhok | Teleferîka Çiyayê Gare tê çêkirin

PeyamaKurd - Rêveberê Giştî yê Geştûguzarê li Parêzgeha Duhokê Dr. Xeyrî Elî ragihand ku, biryara çêkirina projeya Teleferîka Çiyayê Gare hatiye dayîn û wê bê bicih kirin.

Dr. Xeyrî Elî ji BasNewsê re gotiye: “Navçeyên geştyarî û hejmara geştiyaran li Duhokê ber bi zêdebûnê ve diçe. Îsal di rojên cejna Qurbanê de nêzîkî 104 hezar geştuyaran serdana parêzgeha Duhokê kirine. Ji wê hejmarê nêzîkî 5 hezar geştiyar biyanî bûne û girîngiyeke zêde ji sektora geştyariya Duhokê re hatiye dayîn û cihên geştyariyê hatine zêde kirin.”

Herwiha Elî diyar kir: “Ji sedî 50 projeyên otêlên kevin hatine temam kirin û projeya teleferîka Çiyayê Gare jî ji veberhênerekê re hatiye dayîn û wê bê çêkirin. Ev hemû dibin sedem ku hejmarekî zêde ya geştyaran berê xwe bidin navçeyên geştyariya parêzgeha Duhokê.”

Rêveberê Giştî yê Geştûguzarê li Parêzgeha Duhokê da zanîn, “Her geştiyarek serdana Duhokê bike nêzîkî 250 hezar heta 300 hezar dînar pere xerc dike, ev yek jî dibe sedem ku zêdetir derfeta kar ji bo xelkê çêbibe.”