DYAyê li ser Rojava daxuyanî da

31 May 2024 11:03 0 dîtin
DYAyê li ser Rojava daxuyanî da

PeyamaKurd — DYAyê diyar kir ku her hilbijartinek li Rojava ancax piştî hin şert û mercan bi awayekî saxlem pêk were û destnîşan kir ku divê li welat şert û mercên hilbijartinê yên azad, adil û zelal bên afirandin.

Wezareta Karên Derve ya DYAyê nirxand ku ji bo hilbijartinên herêmî yên di 11’ê Hezîranê de li Rojava bên lidarxistin, ti hawîrdora hilbijartinê ya adil, azad û zelal tune ye.

Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA Vedant Patel di civîna çapemeniyê ya rojane de bi endamên çapemeniyê re rojeva hilbijartinên herêmî yên li Rojava nirxand.

Patel da xuyakirin ku hilbijartinên li Rojava bên kirin, ancax piştî ku şert û merc pêk hatin, bi awayekî saxlem dikarin bên kirin û destnîşan kir ku divê li welat şert û mercên hilbijartinê yên azad, adil û zelal bên afirandin.

Patel têkildarî hilbijartinên herêmî yên ku di 11ê Hezîranê de ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Rojava ve bên kirin jî got, "Her hilbijartinên ku li Sûriyeyê bên kirin, weke ku di biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya bi hejmara 2254an de hatiye diyarkirin, divê azad, adil, zelal û berfireh be nefikirin ku ev şert pêk tên û me ev nêrîn ji aktorên Rojava re ragihand."