Efrîn | 2 welatiyên Kurd hatin revandin
PeyamaKurd – Koma Feyleq el-Şam a girêdayî Tirkiyê, 2 welatiyên Kurd ji gundê Neydan Ekbesê yê li herêma Efrînê revand.
Li gor Rêxistina Mafên Mirova li Efrînê diyar kir, çekdarên Feyleq el-Şam girtine ser malên welatiyên Kurd li gundê Meydan Ekbesê.
Çekdarên koma ku baskê leşkerî yê Ixwan Mislimîn e, bi fermandariya Selîl El-Xaldî û Raid Hîşam, her du welatiyên bi navê Şewqî Mistefa, 65 salî, û Horo Ehmed, 37 salî, revandine.
Herwiha çekdarên heman komê, girtin ser çend malên din jî û telefonên destî yên 3 welatiyan desteser kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin