ENKS: Em ji opozîsyona Sûriyeyê veqetiyan
PeyamaKurd – Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ya li Sûriyeyê (ENKS) Feysel Yûsif ragihand ku ew ji opozîsyona Sûriyeyê derketine.
“Êdî şoreş qediya”
Feysel Yûsif vîdeoyek belav kir û got:
“Êdî şoreş qediya, Rejîma Beasê hat rûxandin. Qonaxeke nû dest pê kir û me biryar da ku em ji nav opozîsyona Sûriyeyê veqetin.”
Berdevkê ENKSyê qala diyaloga bi birêvebiriya nû ya Şamê re kir û anî zimên:
“Qonaxeke nû li pêşiya me ye ku em danûstandinê bi vê desthilata nû re, bi desthilata Birêz Ehmed Şer re bikin da ku mafên miletê Kurd jî misoger bibin.”
“Ji aliyê me ve tu pirsgirêk tune ne”
Feysel Yûsif bal kêşa ser “helwêst û nêrîna Kurdan a hevbeş” û diyar kir:
“Em li hêviya aliyê din in ku em bi wan re rûnin, ji aliyê me ve tu pirsgirêk tune ne. Em çavdêran û Cenabê Serok Mesûd Barzanî agahdar dikin.”
Wî her weha da zanîn ku piştî rûxandina rejîma Esed tu rola opozîsyona Sûriyeyê nemaye ku ji bo rûxandina rejîmê dixebitîn. Ji lew re ew veqetiyane û diyar kir ku ew ê bi hemû aliyên Kurdî re bixebitin û ji bo şandeyeke hevbeş a Kurdî bê avakirin, hewl bidin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin