Feysel Yûsif: Yekrêziya ENKS û PYDê wê opozîsyona Sûriyê jî xurt bike
PeyamaKurd - Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Feysel Yûsif got, yekrêziya Kurdî dibe faktoreke xurtkirina opozîsyonê ji bo dîtina çareseriyekê ji krîza Sûriyê re.
Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Feysel Yusif ji K24ê re ragihandiye, “Ew rijd in li ser serxistina danûstanên bi PYDê re û amadekarî ji bo destpêkirina qonaxa duyemîn a danûstandinan tên kirin. Daxwaza ENKSê jî ew e, rêkeftina Duhokê ya 2014an bibe bingehek ji danûstandinan re, ji bo hevpariyeke kirdarî ya rasteqîne bi hev re bikin.”
Li ser daxuyaniya ku ji aliyê hin kesayetiyan de derketiye û dijatiya danûstandinên yekrêziya Kurdî – Kurdî dikin, Feysel Yûsif destnîşan kir, “Ew xebatê ji bo Sûriyayeke demokratîk, nenavendî û mafê hemû neteweyan tê de parastî be dikin. Herwiha ENKS aliyekî sereke ya opozîsyona Sûriyê ye û daxwaz dike çareseriyeke siyasî ji krîza Sûriyê re bê danîn.”
Li ser bandora yekrêziya Kurdî li ser pirsa Sûrî bi giştî jî Feysel Yusif got: “Bi yekrêziya Kurdî re, hebûna Kurd di proseya siyasî ya Sûriyê de xurtir dibe. ENKS berê di nava opozîsyonê de û heger yekrêz ava bibe, dê bibe hokarek ji bo xurtkirina opozîsyonê ji bo dîtina çareseriyekê ji krîza Sûriyê re.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin