PYDê li Qamislo rêveberê ENKSê Feysel Yûsif desteser kir
PeyamaKurd - Li bajarê Qamişlo, derengiya şevê din, asayişê bi ser mala endamê serkirdayetiya ENKSê Feysel Yûsif de girt û ew desteser kir.
Berpirsên ENKSê diyar kirin ku heya niha wan sedema desteserkirina Feysel Yûsif nizaniye.
Ji bilî girtina Yûsif jî, ev demek dirêj e ku endamê serkirdayetiya ENKS Fûad Ibrahîm, ji aliyê asayişê ve hatiye girtin.
Li bajarê Efrînê jî, endamê serkirdatiya PDKSê Ebdlirehman Apo li cem asayişa li wî bajarî girtî ye û piştî dagîrkirina Efîrnê ji aliyê Tirkiyê ve, zanyarî li ser çarenivîsa Ebdilrehman Apo qut bûn.
Fişarên PYDê li ser ENKSê ne tenê bi riya girtina serkirdeyên wê ne, duh serokatiya encûmena bicîkar ya Herêma Cezîrê, di daxuyaniyekê de Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê bi xiyanetê tometbar kir, bi bihaneya ku di şerê Efrînê de, wê partiyê alîkariya Tirkiyê kiriyê û diyar kir ku ewê herdu serkirdeyên Yekîtiyê Ibrahîm Biro û Fûad Elîko, bi tometa xiyanetê bidin mehkemekirin.
Li aliyekî din jî, endamê serkirdayetiya TEVDEMê Cahid Hesen, gefa wê yekê li serkirdeyên ENKSê kir, ku heger ew xwe ji Îtîlafa Opozisyona Sûriyê nekişînin, ewê bibin armanca malbatên şehîdan.
Di beramber de, Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriyê (ENKS) di daxuyaniyekê de ragihand ku wan gellek caran ji PYDê xwestiye dev ji zordariya xwe berde, da ku herdu alî li gel hev kar ji bo xizmeta gelê Kurd bikin, lê "PYD li ser karên dijminkarane beramberî ENKSê berdewam e".
Herwiha Encûmena Kurdî di wê daxuyaniyê de tometên PYD ji serkirdeyên ENKSê re şermezar kir û bang li hêzên Kurdistanî kir ku rê li ber encamên xirab yên kiryarên PYDê bigirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin