Erdogan: Em ê Esad vexwînin Tirkiyê!

07 July 2024 14:42 0 dîtin
Erdogan: Em ê Esad vexwînin Tirkiyê!

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, di vegera Almanya de ku çûbû temaşekirina maça Tîma Tirkiyê ya ligel Tîma Holandayê de, di balafirê de ji rojnamevanan re li ser rojevê daxuyanî dan.

Erdogan li ser asayîkirina pêwendiyên ligel rêveberiya Sûriyê ya bi seroktiya Beşar Esed got, “Em niha hatin wê qonaxê ku Beşar Esad ji bo rastkirina têkiliyên bi Tirkiyê re çawa gav bavêje emê jî heman nêzîkatiyê nîşan bidin.”

Serokomarê Tirk herwiha diyar kir, “Emê vexwendina xwe ji bo wî (Esed) bikin. Em bi vê vexwendinê re dixwazin pêwendiyên Sûriye-Tirkiyê vegerînin berê. Dibe ku vexwendina me her kêlî bibe.”

Erdogan li ser hevdîtinên agirbestê yên navbera Îsraîl û Hemasê ku li Doha ya Qeterê dewam dikin jî got,  di hevdîtinên MOSSAD û rayedarên Hemasê de hin gavên erênî hatine avêtin û wiha pê de çû: "Dibêje agirbest her kêlî dibe ku pêk were. Yanî ji wir dibe agahiyeke bi îsabet were. Lê belê mesele helwesta Netanyahû ye.”