Erdogan: Ev hilbijartina min ya dawiye

08 March 2024 22:17 0 dîtin
Erdogan: Ev hilbijartina min ya dawiye

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan bi nûnerên TÜGVAyê re civiya û di civînê de axaftinekî kir. Erdoğan li ser hilbijartinên cîh yên 31 ê Adarê axifî û di axaftina xwe de got:

“Ev ji bo min ya dawiye ji ber qanûn ji bo hilbijartina min hew heq dide min. Encama ku derê, di pey min de kîjan birayên min werin, dê ji bo wan bibe weke dewra emanetê.”

Erdoğan, axaftina xwe di civîna nûnerên ku ji 81 bajaran hatibûn ya endamên Weqfa Ciwanên Tirkiyê (TÜGVA) de kir. Erdoğan axaftina xwe weha dewam kir:

“31 ê Adarê ji bo Tirkiyê girînge. Di vê pêvajoyê de çavê temamê dinya Îslamê li Tirkiyê ye. Wê li Tirkiyê çi biqewime? Her çiqas hilbijatin ya giştî nîne jî, çavê herkesî li miqdarê dengê AKPê ye bê wê çiqas dengan bistîne. Doza me xwediyê gêncên xwurte. Înşallah dê di hilbijartina 31ê Adarê de bersivê bide ramanên cuda.”