Erdogan Mehmûd Abbas vexwende Enqereyê
PeyamaKurd - Serokê Rêveberiya Filistînê Mahmûd Abbas piştî 7ê Cotmehê ku şerê Îsraîl û Hemasê dest pê kiribû, li ser vexwendina Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, yekem car serdana Enqereyê dike.
Di vê hevdîtina ku di demeke danûstandinên ji bo beriya meha Remezanê li Xezzeyê agirbest bê ragihandin têne meşandin pek bê de tê çaverêkirin ku pêşnûmaya Tirkiyeyê ya ji bo Xezzeyê zêdekirina alîkariyên mirovî jî bê gotûbêjkirin.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan di daxuyaniya xwe ya di çarçoveya hevdîtinên Forûma Dîplomasî ya Antalyayê de diyar kiribû ku ji bo alîkariyên mirovî yên di ser Misrê re derbasî Xezzeyê bibin, êdî destûr ji Îsraîlê nayê hêvîkirin û pêşniyaz kir ku divê welatên pêwendîdar gavên yekalî bavêjin.
Mehmûd Abbasê ku di tîrmeha 2023an da çûbû Tirkiyeyê, li ser vexwendina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wê here Enqereyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin