Erdogan: Pûtîn wê serdana Tirkiyê bike!
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand, di serdana Serokê Rûsyayê Pûtîn a meha bê ya bo Tirkiyeyê de, wê mijarên wekî pevguhertina girtiyan û peymana genim bên gotûbêjkirin.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan diyar kir, Serokê Rûsyayê Pûtîn wê serdana Tirkiyê bike.
Erdogan piştî hevdîtina do bi Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy re ji çapemeniya hevpar re axivî û diyar kir, Pûtîn wê meha bê serdana Tirkiyeyê bike.
Li ser pirsa li ser pevguhertina girtiyan û gelo kesên ku ji herêmên dagirkirî yên Ukraynayê koçî Rûsyayê kirine, dikarin di ser Tirkiyeyê re bên vegerandin Ukraynayê, Erdogan wiha bersiv da.
"Me ji aliyê Ukraynayê ve, bi taybetî jî di mijara pevguhertina girtiyan de, li Serokê Ukraynayê guhdarî kir. Em bi aliyê Rûsyayê re jî di nava hevdîtinan de ne. Em bi wan re jî di nava hevdîtinan de ne. Ez li ser mijarê bi birêz Pûtîn re axivîm û birêz Pûtîn jî wê biaxive. Meha bê wê seredana Tirkiyê bike. Wê derfeta me hebe ku em careke din rû bi rû li ser vê yekê gotûbêj bikin. Lê di vê navberê de eger bi telefonê hin axaftinên me hebin, em ê dîsa bi birêz Pûtîn re vê mijarê gotûbêj bikin, pevguhertina girtiyan, ev danûstandin di nava mijarên sereke yên rojeva me de ye. Bi rastî jî me îşev bi Serokatî re jî ev mijar nirxand. Em şopdarên wî ne, em ê şopdarê vê bin û em hêvîdar in ku di zûtirîn dem de encamek ji vê yekê bistînin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin