Erdogan serdana Îranê dike

18 July 2022 10:30 0 dîtin
Erdogan serdana Îranê dike

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, bi armanca serdanên fermî û beşdariya 7emîn Civîna Konseya Hevkariya Ast Bilind a Tirkiye-Îranê, serdana Îranê dike.

Serokatiya Ragihandina Serokomariya Tirkiyê diyar kir, di çarçoveya serdana fermî de, wê 7emîn Civîna Konseya Hevkariya Ast Bilind a Tirkiye-Îranê 19ê Tîrmehê bi serektiya Erdogan û Reîsî bê lidarxistin.

Herwiha di heman rojê de li Tehranê bi mazûvaniya Serokomarê Îranê Reîsî, bi beşdariya Serokê Federasyona Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, wê 7emîn Cîvîna Lûtkeya Sêyanî ya bi formata Astanê bê lidarxistin û Serokomar Erdogan jî wê beşdar bibe.

Erdogan bi sedema lûtkeyê, wê bi Pûtîn re jî cîvîneke dualî lidar bixe.