Erdogan: Talîbanê negotiye, ‘em Tirkiyê naxwazin’!

19 July 2021 17:06 0 dîtin
Erdogan: Talîbanê negotiye, ‘em Tirkiyê naxwazin’!

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, li dijî helwesta Tevgera Talîban a Afganistanê ku ji aliyê leşkerî ve bipêş ve diçe derket.

Erdogan got, "Li gorî xwe hin daxuyaniyan didin. Nêzîkatiya wan a li hemberê me heye. Li vir em bang Talîbanê dikin. Divê dev ji dagirkirina erda birayên xwe berde. Demildest berde. Bi vî awayî divê em bibînin ka serweriya aştiyê li Afganistanê pêk hatiye.”

Erdogan li ser mijara ewlehiya Balafirxaneya Kabulê ji aliyê hêzên Tirkiyê ve jî îdia kir ku di daxuyaniyên Talîbanê de gotineke wekî; ‘Em Tirkiyê naxwazin’ nîne.

Talîbanê 13ê Tîrmehê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku Tirkiye jî tê de divê hemû hêzên biyanî ji Afganistanê derkevin û heger bimînin jî ew dê mimaleya dagirker in bi wan re bikin.