Firset Sofî dibe Parêzgarê Hewlêrê

10 September 2019 13:30 0 dîtin
Firset Sofî dibe Parêzgarê Hewlêrê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji dêvla Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî ku ji 2004an ve li ser kar e Firset Sofî yê PDKyî dê were erkdarkirin.

Parlementerê Berê yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Firset Sofî li şûna Newzad Hadî dibe Parêzgarê Hewlêrê. Hat hînbûn ku Newzaf Hadî wê di bin banê Serokatiya Herêma Kurdistanê de kar bike lê hêj erka wî zelal nebûye.

Piştî ku Newzad Hadî di bin banê Serokatiya Herêma Kurdistanê de dest bi kar, eger Encumena Bajarê Hewlêrê jî erê bike tê payîn ku Parlementerê Berê yê PDK û Endamê Komîsyona Destpakan Firset Sofî li şuna Newzad Hadî bibe Parêzgarê nû yê Hewlêrê.