Hevseroka saredariya Qersê hat zîndanîkirin

08 October 2020 22:59 0 dîtin
Hevseroka saredariya Qersê hat zîndanîkirin

PeyamaKurd – Hevseroka şaredariya bajarê Qersê Şevin Alaca di 1 ê cotmehê de hatibû binçavkirin. Şaredarê Qersê Ayhan Bilgen di 2 yê cotmehê de hatibû zîndanîkirin û di şûna Bilgen de qeyyûm hatibû tayînkirin. Şevis Alaca îro ji binçav birin dadgeha bajarê Qersê ber dozgeriyê.

Li dozgeriyê îfadeyên wan temam bû û ji hevalên Alaca Muazzez Çağrıtekinci serbest hat berdan û Şevin Alaca, Cengiz Anlı, Mustafa Yardımcıer û Şengül Erkmen bi daxwaza zîndanîkirinê sewqê dadgehê hatin kirin. Grûba jinan ya HDP ê ragihand ku Şevin Alaca hatiye zîndanîkirin.