Hevserokên nû yên PYDê diyar bûn
PeyamaKurd - Di kongreya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Enwer Muslim û Eyşe Hiso wekî hevserokên nû yên wê partiyê hatin hilbijartin.
8emîn Kongreya PYD duh û pêr de 24-15ê Sibatê bi dirûşma “Bi yekitiya demokratîk em dê dagirkeriyê têk bibin, Rêveberiya Xweser bi pêş bixin û Sûriyeke demokratîk ava bikin" li Hola Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlanê birêve çû û di encama wê kongreye de Enwer Muslim û Eyşe Hiso wek Hevserokên PYDê, hatin hilbijartin.
PYD’nin 8’inci Olağan Kongresi’nde eş başkanlık görevine Ayşe Hiso ve Enver Müslim seçildi. pic.twitter.com/bAprvwa7i6
— Özgür Gündem (@OzgurrGundem) February 25, 2020
Piştî hilbijartina hevserokatiya PYDê, endamên Meclisa Giştî ya partiyê hatin hilbijratin. Delegeyên kongreyê biryar dan ku hejmara endamên Meclisa Giştî ya partiyê li şûna 49 bibe 90 endam. Endamên Desteya Rêveber li şûna 13 bibin 20. Ji 90 endamên meclîsê; 41 endamên herêma Cizîrê, 18 endamên herêma Firatê, 14 endamên herêma Efrînê, 6 endamên bajarê Helebê, 9 endamên Ewropa, endamek Libnanê û endamek ê Îmaratê hatin hilbijartin.
Enwer Muslim an bi navê xwe yê temamî Enwer Mihemed Fayiq Muslim di sala 1976an de li bajarê Kobanî ji dayîk bûye û li bajarê Helebê beşa hiqûqê qedandiye û di sala 2005an de, xwe di Sendîqeya Parêzeran a Helebê de toqeydmar kir û beşdarî xebatên mafên mirovan bûye. Bi ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Rojavayê Kurdistanê Enwer Muslim wekî Serokê Meclisa Rêveber a Kantona Kobanî hate hilbijartin.
Eyşe Hiso di 7ê Gulana 1978an de li gundê Şêx Xurzê yê girêdayî navçeya Bilbilê ya Efrînê ji dayîk bûye. Astên xwendinê yên seretayî, navîn û amadehî li bajarê Helebê xwendiye. Eyşe Hiso yeke tevlî PYDê û piştre xebatên xwe di Tevgera Civaka Demokratîk de domand.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin