Îran: Tehran ji peymana atomî venekisiyaye
PeyamaKurd – Berdevkê Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Musawî ragihand ku her çiqan wan sozên bo peymana 2015an a atomî kêm kirine jî ew hê jî ji peymanê derneketine.
Musawî rexne li welatên Ewropî girt ku di xelaskirina peymana nukleerî de ku Amerîka jê vekişiyaye ne serkeftî ne û got, “Tehran hê jî di peymanê de dimîne. Îdiayên hêzên ewropî yên binpêkirina peymanê ji aliyê Îranê ve bê bingeh in.”
Li ser kêmtirkirina sozên Îranê di çarçoveya peymanê de dane jî Musawî da zanîn ku ew dê girêdayî helwesta aliyan a misogerkirina berjewendiyên Îranê be.
Hêjayî gotinê ye, piştî kuştina Qasim Silêmanî ji aliyê Amerîkayê ve, Îranê ragihandibû wan dev ji hemû berpirsiyarî û sozên peymana nukleerî berdane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin