Iraq | 11 endamên DAISê hatin girtin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di encama operasyonên cuda yên li Iraqê de, 11 endamên rêxistina terorîst DAIŞê hatin desteserkirin.
Dezgeha Îstîxbarata Iraqê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku 11 çekdarên DAIŞê li deverên cuda yên parêzgeha Nînowayê hatine girtin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, çekdarên ku li gorî benda 4 ya yasaya terorê lêgerîn li ser wan hebû li xwe mikûr hatine ku endamên DAIŞê ne û ji rêxistinê pere werdigrin.
Çekdarên ku hatine girtin ji bo dadgehê hatine şandin da ku werin darizandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin