Îro salvegera berxwedana Pirdê ye!
PeyamaKurd – Îro 20.10.2020 pêncem salvegera berxwedana Pirdê ya Kerkûkê ye. Di wî şerî de hêzên Pêşmerge plana neyarên Kurdan û Kurdistanê pûç kirin.
Piştî xiyaneta 16 Cotmeha 2017, Heşda Şeibî bi alîkariya pasdarên Îranê û artêşa Iraqê zêdetirî nîvê xaka Kurdistanê ku bi xwîna Pêşmergeyên Kurdistanê hatibû rizgarkirin, dagir kirin. Paşê xwestin êrîşî Hewlêrê bikin û statuya Herêma Kurdistanê nehêlin, lê bi fermana Serok Barzanî ve Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, li Pirdê rê li milîsan girtin û nehiştin ew pêş de herin û destana mezin a Pirdê nivîsandin. Rastî bersiv û berxwedaneke tund ya Pêşmerge hatin û planên wan pûç bûn.
Herwiha di wî şerî de, Pêşmergeyên Partiya Azadiya Kurdistanê yên Rojhilatê Kurdistanê bi fermandehiya Husên Yezdanpenah jî alîkariya Pêşmergeyên Başûr kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin