Îsraîl: Me balafireke nenas xist xwarê
PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê diyar kir, wan “balafireke nenas” ku eger e heye ji Sûriyê ketibû asmanê Îsraîlê, xist xwarê.
Artêşa Israîlê di daxuyaniyekê de destnîşan kir, wê balafirê ti metirsî çênekir û da zanîn, ew balafir li cihekî vekirî li bajarê Celîlê ketiye.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu do Yekşemê qala rola artêşa welatê xwe di bombebarana tund a li ser xaka Sûriyê de kir û got: “Ez şîretan li dijminên me dikim ku xwe nexapînin. Gotûbêjên navxweyî yên li Îsraîlê wê bandorê li şiyana me neke ku em li her alî, li her cih û her demê li dijî dijminên xwe tevbigerin.”
Weke tê zanîn, do di encama êrîşeke moşekî ya Îsraîlê li ser parêzgeha Humsê ya li naverasta Sûriyê de, 5 leşkerên artêşa Sûriyê birîndar bûn.
Herwiha Îsraîlê şevên (30 û 31ê Adarê) jî li pê hev, Şam kir armanc. Li gorî zanyariyên Rewangehê jî di encamê de 5 efserên di nava milîsên Îranê de hatin kuştin ku yek ji wan pilebilind bû.
Ajansa “Mehr” a Îranî jî do eşkere kiribû, şêwirmendê leşkerî yê Pasdarên Îranî Miqdad Mehqanî ku di êrîşeke moşekî ya Îsraîlê de li ser Şamê de birîndar bûbû û piştre ji ber giraniya birînên xwe, canê xwe ji dest da.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin