Ji Serokwezîr Barzanî peyama serxwesiyê
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi sedema koça dawî ya Yawer Namiq Salim peyameke serxweşiyê gihand malbata wî.
Yawer Namiq Salim birayê Cewher Namiq Salimê ku yekem Serokê Perlemana Kurdistanê bû.
Yawer Namiq Salim doh 22yê Çileya 2020an koça dawî kiribû.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyama xwe ya serxweşiyê de wiha got:
“Bi mixabinî nûçeya koça dawiyê ya Yawer birayê têkoşerê naskirî yê Kurdistanê Cewher Namiq Salim bihîst. Pirse û serxweşiya xwe ya germ arasteyî malbat û kesûkarê wî dikim. Xwedêyê mezin giyanê wî bi bihuştê şad bike û aramî û dilniyayê bi kesûkarê wê bibexşe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin