Kazimî: Em êrîsên Tirkiyê qebûl nakin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî derbarê operasyon û êrîşên Tirkiyê yên li nav xaka Herêma Kurdistanê de, ji malpera The Nationel a Îmaratî re axivî û got, “Em êrîşên Tirkiyê red dikin û em ji fikarên Tirkiyê jî têdigihin.”
Mistefa Kazimî di hevpeyvînê de gotiye, “Helbet em êrîşa Tirkiyê ya li nav xaka Herêma Kurdistana Iraqê red dikin û em nîgeraniyên Tirkiyê yên derbarê çalakiyên PKKê de jî têdigihînin.”
Kazimî dibêje, ji bo peywendiyên wan ligel Herêma Kurdistanê baştir bibin, divê nîgeraniyên herdu aliyan jî ji holê bên rakirin.
Mistefa Kazimî destnîşan kiriye ku armanca wan çaksaziyên hatine destnîşankirin werin bicihanîn û sala bê hilbijartinên azad û dadperwerane pêk werin.
Derbarê Heşda Şeibî de jî Kazimî got, “Ew komên xwe di ser yasayan re dibînin, dê di demek nêz de wan komên çekdar ên deryasayî qedexe bikin.”
Serokwezîrê Iraqê li ser têkiliyên bi Amerîkayê re jî ragihand ku ew gelek girîngiyê didin pêwendiyên bi Amerîkayê re û li ser serdana xwe ya dawî got, “Serdaneke serkeftî bû. Girîngtirîn encam hevbeşiya aborî ya di navbera herdu aliyan de bû. Min hest bi pabendbûna Amerîkayê ya bo pêşxistina hevbeşiya me kir. Peywendiya em ket qonaxekê ku ne tenê xwe dispêre hevkariya emnî.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin