Kerkûk | DAISê êrîsî Hesda Seibî kir

19 March 2021 14:29 0 dîtin
Kerkûk | DAISê êrîsî Hesda Seibî kir

PeyamaKurd – Li parêzgeha Kerkûkê, DAIŞê êrîşî Heşda Şeibî kir û di encamê de, endamekî Heşda Şeibî hat kuştin û 2 polîs jî birîndar bûn.

Li gor Desteya Heşda Şeibî diyar kir; do Pêncşemê, terorîstên DAIŞê li parêzgeha Kerkûkê êrîşî ser Heşda Şeibî kirin û di encamê de, endamekî Heşda Şeibî hat kuştin û 2 polîsên federalî jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de Desteya Heşda Şeibî destnîşan kiriye, çekdarekî wan ê ji Lîwaya 56 hatiye kuştin û du polîsên federalî jî li navçeya Hewîce ya ser bi parêzgeha Kerkûkê ve, birîndar bûne.