Kilicdaroglu roja Pêncsemê serdana Diyarbekirê dike
PeyamaKurd - Serokê Giştî yê Partiya Komariya Gel a Tirkiyê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ku beriya niha 2 caran serdana xwe ya bo Diyarbekirê betal kiribû, roja 9ê Adarê serdana Diyarbekirê dike.
Hat ragihandin ku wê Kiliçdaroglu di vê serdana ku roja Pêncşemê dest pê dike de, serdana esnafan bike û roja Înê jî civîneke bi taştê saz bike.
Hat diyarkirin ku wê Kilicdaroglu di vê serdana xwe de, bi berpirsên CHPê yên Diyarbekirê, saziyên sivîl, karsaz û ciwanan re hevdîtinan bike.
Li gorî bernameya hatiye eşkere kirin, wê Kiliçdaroglu bi karsazê Diyarbekirê Abdullah Etîk re jî hevdîtinê bike û êvara Înê jî vegere Enqerê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin