Kongreya Amerîkayê, raporta Tirkiyeyê nû kir!
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin parvekirin, Kongreya Amerîkayê, raporta xwe ya li ser Tirkiyeyê ya ku meha borî hatibû weşandin, nû kir. Hat diyarkirin ku hin nirxandinên ku dikarin bandoreke neyînî li têkiliyên herdu welatan bikin, ji raportê hatine derxistin.
Di agahiyên hatin ragihandin de hat eşkerekirin ku Kongreya Amerîkayê, di raporta ku di 22yê Kanûna 2022yan da li ser têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê weşandibû de çû nûkirinê. Hat eşkerekirin ku zimanê raporê hinek din hatiye nermkirin û hin hûrguliyên li ser pirsgirêkên di navbera herdu welatan de bi tevahî hatine rakirin.
Raporta nûkirî, car din hat parvekirin
Li gorî hat ragihandin, di raporta nû ya kongreyê de hin nirxandinên di bin navê 'polîtîkaya derve' de hatine kirin, di guhertiya yekemîn de cih negirtin.
Her wiha hat zanîn ku gotina 'Rêya siyaseta derve ya Tirkiyeyê, êdî ber bi Rojava ve naçe' ji pexşanê hat derxistin.
Di rapora ku hatiye nûkirin de bal hat kişandin ser dîplomasiya ku Tirkiye di şerê navbera Rusya û Ukraynayê de dimeşîne û di guhertiya resen de cih negirtiye.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, li ser vê yekê ragihand ku Tirkiye di warê piştgiriya ji Ukraynayê re xwedî hêzeke jêvegerandinê ye. Di guhertina niha ya raportê de beşa paşeroja têkiliyên Amerîka û Tirkiyeyê jî bi temamî hatiye derxistin.
Her wiha bal li ser têkoşîna Tirkiyeyê ya li dijî YPG/PKK hat kişandin û hat gotin ku “Rayedarên Tirkiyeyê, li dijî PKKê ku Amerîkayê wekî rêxistineke terorîst pênase dike, hewildanên xwe yên bênavber berdewam dikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin