Lavrov: Helwesta me neguheriye
PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov ragihand ku helwesta Rusyayê ya li ser mijarên ku divê li Ukraynayê bên çareserkirin neguheriye.
Sergey Lavrov, ji çapemeniya Rusyayê re hin nirxandinên li ser rojevê kirin û bal kişand ser şerê ku di navbera welatê wî û Ukraynayê de berdewam e.
Lavrov, di encamên biserneketina hewildanên aştiyê de Ukrayna tawanbar kir û da zanîn ku rêveberiya Kievê, her cure hewilên aştiyê red kirine.
Her wiha diyar kir ku agahiyên ku dê di meha tîrmehê de li ser çareseriya qeyranê gotûbêj bên kirin ne agahiyên pêbawer in.
Sergey Lavrov destnîşan kir ku helwesta Rusyayê ya li ser mijarên ku divê li Ukraynayê bên çareserkirin neguheriye û bal kişand ku Rojava bi van kiryarên xwe ji bo Rusyayê metirsiya hebûnê çêdike û got, "Rusya dê bi hemû derfetên xwe parastina xwe bike."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin