Lavrov û Soygu seredana Tirkiyê dikin

13 June 2020 19:42 0 dîtin
Lavrov û Soygu seredana Tirkiyê dikin

PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Rûsyayê û wezîrê bergiriyê yê Rûsyayê seredana Tirkiyê dikin. Bi wan re heyetekî leşkerî û ya ewlekariyê heye. Wezareta karên derve ya Rûsyayê ragihandina xwe ya çûna Tirkiyê bo sibê roja yekşemê ragihand.

Wezareta karên derve ya Rûsyayê got ku wê li Îstenbolê hevdîtin bên kirin û babeta hevdîtinê li ser mijarên herêmê û têkiliyên duqolî bên axaftin.