Li Bexdayê du teqîn çêbûn

24 February 2021 14:02 0 dîtin
Li Bexdayê du teqîn çêbûn

PeyamaKurd – Du teqîn li Bexda ya paytexta Iraqê çêbûn û di encamê de ziyanên mezin derketin.

Her du teqîn li dû hev îro nêzîkî depoyeke vexwarinên alkolê yên li navçeya Raxîbe Xatûn a li bakurê Bexdayê çêbûn.

Zanyarî diyar dikin, teqîn ji ber du bombeyên çandî çêbûne û ziyaneke madî yê zêde gihiştiye depoyê û navçeyê.

Komên tundrew bi berdewamî dukanên firotina vexwarinên alkolê yên li Bexdayê diteqînin û heta niha Hikûmeta Iraqê tu helwêstek li hember vê yekê negirtiye.

Ji ber çalaknebûna hêzên ewlehiyê û hêzên leşkerî yên Iraqê, bi dehan kom û milîsên terorîst, tayfeyî û tundrew li Bexdayê û li bajarên din ên Iraqê belav bûne.