Li Îsraîlê krîza aborî!
PeyamaKurd – Piştî êrîşên ji aliyê Hamasê ve li Îsraîlê hatin kirin, ji 7ê Cotmehê vir ve şerê li Şerîda Xezzeyê destpê kir û bi hezaran Filistînî jiyana xwe ji dest dan, 46 hezar karsazî ji ber kûrbûna pirsgirêkên aborî hatin girtin.
Li gorî nûçeya rojnameya Maariv a Îsraîlê, êrîşên ku bi mehan e li ser Şerîda Xezzeyê dewam dikin, zirareke mezin daye aboriya Îsraîlê.
Şîrketa nirxandina darayî ya "Coface Bdi" ragihand ku ji destpêka êrîşên li ser Xezzeyê heta niha 46 hezar karsazî li Îsraîlê ji ber sedemên aborî hatine girtin.
Şîrketa ku pêşbînî dike heta dawiya salê 60 hezar cihên kar li welat bên girtin, tekez kir ku kûrbûna pirsgirêkên aborî zirareke mezin li sektorên avahîsaziyê, bazirganî û xizmetguzariyê kiriye.
Midûrê Giştî yê Coface Bdi Yoel Amir pêvajoya heyî bi şewba Covid-19 re dan ber hev û bi bîr xist ku di sala 2020an de di dema serhildanê de 74 hezar karsazî hatine girtin.
Amirî da zanîn ku ji înşaetê heta çandiniyê, ji tûrîzmê heta sektora xizmetguzariyê zerareke mezin dîtiye û wiha got, "Êrîşên li ser Xezzeyê li tevahiya welêt zirarê didin esnafan û hema bêje tu sektor jê xelas nebû."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin