Li Izmîrê Belemeke koçberan binav bû

13 November 2023 17:52 0 dîtin
Li Izmîrê Belemeke koçberan binav bû

PeyamaKurd - Li navçeya Çeşmeyê ya parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyeyê, belema ku koçber tê de bûn, ji ber firtoneyê binav bû.

Heta niha 7 koçber rizgar bûne û 5 koçberan jî canê xwe ji dest daye.

Berpirsê Komele û Karûbarên Medyaya Koçberan Deysem Sitî ragihandiye ku li gor zanyariyên li ber destê wan 12 kes di belemê de bûne.

Li aliyê din, Fermandariya Ewlehiya Peravan a Tirkiyeyê da zanîn ku di belema binavbûyî de 13 kes hebûne.

Herwiha 3 ji Sûriyeyiyan ku di belamê de bûne, xelkê Dêrezorê, yek ji wan xelkê Helebê û yek jî Kurd e.

Li gorî fermandarê Tirkiyê jî, 13 kes di belemê de bûne û heta niha 2 kes winda ne û ji bo dîtina wan xebatên lêgerînê didomin.