Li Rihayê lehî rabû: Mirî hene!

15 March 2023 17:30 0 dîtin
Li Rihayê lehî rabû: Mirî hene!

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, li Rihaya Bakurê Kurdistanê, ji ber rabûna lehiyê ziyaneke mezin çêbûye û hat diyarkirin ku mirî û birîndar hene.

Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku li Kavşaka Abide ya ser bi navçeya Xelîliyê ya Rihayê, ji ber lehiya bi bandor maşînek bi avê re çûye û 6 kes din av de bûne.

Hat diyarkirin ku ji bo rizgarkirina van kesên di maşînê de xebatên rizgariyê hatine destpêkirn û hat zanîn ku 4 kesan can dane û 6 kes jî birîndar bûne.

Li gorî agahiyên dawî, di saetên şeveqê de ev xebat hatine destpêkirin lê belêji ber heriya zede, xebat hatine rawestandin.

Hat ragihandin, mexdûrên erdhejê ku bi vê karesata lehiyê re jî rû bir û man, aciziyên xwe ragihandin û hat zanîn ku ji ber lehiyê heta niha li bajarên Semsûr û Rihayê, 5 kesan can dane û gelek kes jî wenda ne.

Her wiha, di dema xebatên rizgariyê de dema weşana zindî, welatiyek nerazîbûnên xwe hanîn zimên û heqaret li kesên dengen xwe didin AK Partiyê û xebatên AFADê kirin û ev deng jî di weşana zindî de hat bihîstin.