Li Semsûrê êrîsî wesayîta polîsan kirin

26 July 2019 17:36 0 dîtin
Li Semsûrê êrîsî wesayîta polîsan kirin

PeyamaKurd - Parêzgeriya bajarê Semsûrê yê Bakûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, li navçeya Sincik a bajaêr, li dijî wesayîta polîsan êrîşek pêk hatiye û polîsek bi xedarî birîndar bûye.

Hat ragihandin ku ew polîsê birîndar bo Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Semsûrê hatiye rakirin û ji bo girtina kesên êrîşkar, li herêmê operasyon hatiye destpêkirin.

Hat diyarkirin ku parêzgarê Semsûrê Aykut Pekmez jî çûye cihê bûyerê û zanyarî ji berpirsan wergirtine.

Pekmez dema serdana cihê bûyerê da xuyakirin ku li ber Nexweşxaneya Sincikê êrîş li dijî wesayîta polîsan pêk hatiye û ji bo girtina wan kesan li herêmê operasyoneke berfireh hatiye destpêkirin.