Li Sudanê, agirbest hat binpêkirin
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji aliyê çapemeniya Sudanê ve hatin ragihandin, agirbesta ku ji bo Cejina Remezanê hatibû danîn û diviyabû 72 saetan berdewam bikira, hat binpêkirin.
Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, pevçûnên li paytexta Sudanê Xartumê ku di encamê de bi sedan kes mirin û bi hezaran kes birîndar bûn, ket hefteya duyemîn û ji bo Cejina Remezanê agirbesteke 72 saetan hatibû bangkirin.
Hat diyarkirin ku teqînên dijwar ên ku di rojên dawî de bajar hejandibûn, tevahiya şevê rawestiyan, lê di saetên sibehê de dengên çekan car din dest pê kirin.
Yek ji niştecihên herêmê Samî El-Nûr ji ajansa nûçeyan a AFPê re diyar kir ku divê cejin "bi şîraniyê, zarokên dilşad û kesên ku silavê li xizmên xwe dikin" derbas bibe, lê wî rewşa ku tê de ye rave kir û got: "Teqîn hene û li dora me bêhna xwînê difûre."
Pevçûnên ku di 15ê Nîsanê de dest pê kiribûn, di navbera artêşa Sudanê ya di bin fermandariya Orgeneral Abdulfettah Burhan û koma paramîlîter a Hêzên Piştgiriya Bilez (HDK) a bi pêşengiya Hamdan Dagalo de rû didin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin