Li Sudanê, agirbesta yekalî hat ragihandin

28 June 2023 16:00 0 dîtin
Li Sudanê, agirbesta yekalî hat ragihandin

PeyamaKurd- Serokê Konseya Serweriya Sudanê Abdulfettah el-Burhan, di roja yekem a Cejina Qurbanê de agirbesta "yekalî" ragihand.

Burhan, di televizyona dewletê ya Sudanê de ji bo cejnê xîtabî gel kir û got ,"Hemû cîhan şahidê bûyerên li Xartûm, Ubeyd, Zalince, Nyala û bûyerên li Junayne ye, dibe ku sûcê paqijiya nijadî û qirkirinê be."

Burhan diyar kir ku hêzên çekdar li hemberî vê "komploya xayîn" berpirsyariya xwe bi cih hanîn, ji ber piştgiriya gelê Sudanê ji Hêzên Çekdar re spas kir.

Abdulfettah el-Burhan destnîşan kir ku Fermandarê Hêzên Piştgiriya Bilez (HDK) Muhammed Hamdan Dagalu ku ji 15ê Nîsanê û vir ve bi artêşê re di nav pevçûnê de ye, dixwaze keyîtiya xwe "li ser bermahî û serê Sudaniyan" ava bike û got. "Ev ê nebe dema ku em li ser erdê bin."

Burhan destnîşan kir ku hêzên çekdar amade ne ku desthilatdariyê radestî hikûmeteke sivîl a bi pêşengiya gelê Sudanê bike.