Macron serdana Iraqê dike
PeyamaKurd – Tê çaverêkirin ku Serokê Fransayê Emmanuel Macron di dawiya meha Mijdarê de serdana Iraqê bike.
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî di hevdîtina xwe ya ligel Şêwirmendê Serokê Fransa Emmanuel Macron li Bakurê Afrîka û Rojhilata Navîn Patrick Dorell de ragihand, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron wê serdana Iraqê bike.
Hat ragihandin, di civîna Sûdanî û Dorell de behsa serdana çaverêkirî ya Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron bo Iraqê hatiye kirin û rêkeftinên stratejîk ên berfireh ên di navbera her du welatan de bi taybetî di warê veberhênan, aborî, enerjî û jîngehê de hatine îmzekirin hatine gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin