Meclisa Tirkiyê tezkereya Sûriyê qebûl kir

08 October 2019 21:28 0 dîtin
Meclisa Tirkiyê tezkereya Sûriyê qebûl kir

PeyamaKurd- Bo Tirkiye karibe li derveyê Tirkiyê operasyonan bike divê di meclisê de li ser mijarê axaftin bibe û eger meclis di dengdanê de qebûl bike, erkê dide serokkomar da erka xwe bicîh bîne. Eger meclis erkê nede serokkomar, hêzên dewletê nikarin li derveyê Tirkiyê operasyonan bikin.

Bi deh salaye ku vê erkê dane rêvebiriyê û ev erk her sal bo salekê tê dirêjkirin. Niha jî bo salekî ew daxwaz ji aliyê serokkomar Recep Tayip Erdoğan de, ji meclisa Tirkiyê hat kirin û meclis di civîna xwe de bo yek salekî wê erkê da serokkomar.

Bi erêkirina meclisê, wê artêşa Tirkiyê karibe li Iraq û Sûriyê operasyonan bike. Bi taybetî bo operasyona ser Sûriyê û li Başûrê Kurdistanê bo ser PKK ê.