Medya tirkî kustina serkirdeyekî PKKê ragihand
PeyamaKurd – Ajansa fermî ya Tirkiyê ragihand ku serkirdeyekî PKKê di encama operasyonekê de li Şingal hatiye kuştin.
Ajansa fermî ya dewleta Tirkiyê, Ajansa Anadolıyê (AA) ku xwe dispêrê çavkaniyên ewlehiyê, ku artêşa wî welatî li gel Saziya Îstixbaratê ya wî welatî (MÎT) operasyoneke hevbeş li dijî PKKê pêk aniye û li gor nûçeyê, “di operasyonê de serkirdeyê PKKê yê eyaleta Mexmûr-Kerkûkê, Yahya Duman hatiye kuştin.”
Kırmızı bültenle aranan PKK/KCK'nın sözde Mahmur-Kerkük eyalet sorumlusu Yahya Duman, MİT ve TSK'nın Sincar'daki operasyonuyla etkisiz hale getirildi.
— AA Canlı (@AACanli) February 25, 2020
Li gor zanyariyan berdest yên nehatine piştrastkirin, ew berpirsê PKKê Yahya Duman bûye û li Şingalê hatiye kuştin.
Ji aliyê din ve hêjayî gotinê ye ku, heya niha derbarê bûeyrê de ji aliyê Partiya Karkerên Kurditanê (PKK) tu daxuyanî nehatiye belavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin