Mele Bextiyar: Xaneqîn kirin qurbana Kerkûkê
PeyamaKurd – Mele Bextiyar diyar kir ku Xaneqîn kirin qurbana Kerkûkê, lê heta niha ne diyar e ku Rêbwar Taha weke parêzgarê Kerkûkê bimîne yan na.
Mele Bextiyar ku mêvanê bernameya Xê ya K24ê bû, diyar kir ku, dema ku li Kerkûkê hikûmeta xwecihî hat avakirin û li ser wê yekê rêkeftin hat kirin ku li Xaneqînê erk ji Kurdan re neyê dayîn, bêedalet hat kirin.
Mele Bextiyar balkişand li ser wê yekê ku Xaneqîn bûye qurbaniya Kerkûkê û got, "Ji ber redkirina aliyên siyasî, mana Rêbwar Taha weke parêzgarê Kerkûkê hîn nediyar e."
Di 10.08.2024ê de li bajarê Bexdayê li hotêla Reşîd civînek ji bo avakirina rêveberiya îdarî ya Kerkûkê, bêyî beşdariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Tirkmen û 3 endamên encumena Ereban hat lidarxistin.
Di dengdana ku di çarçoveya civînê de hat kirin de, ji YNKê Rêbwar Taha wek parêzgar û Mihemed Hafizê Ereb jî wek serokê encûmena parêzgehê hat destnîşankirin.
Tirkmenan û PDKê li Kerkûkê modela guhertina parêzgariya di navbera Kurd, Ereb û Tirkmenan de pêşniyar kiribûn, lê ev yek pêk nehat.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin