Merasîma vesartina Keybanûya Brîtanyayê, tê rêvebirin

19 September 2022 14:30 0 dîtin
Merasîma vesartina Keybanûya Brîtanyayê, tê rêvebirin

PeyamaKurd- Îro, bi beşdariya nêzîkî 2 hezar serok û serkirdeyên cîhanê, merasîma veşartina Keybanûya Brîtanyayê Elizabetha 2yemîn tê rêvebirin. Di nav serok û serkirdeyên ku hatine vexwendin de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî cih digire.

Keybanûya ku 10 roj berê koça dawî kiribû, îro li Dêra Westminster Abbeyê bi merasîmekê tê oxirkirin. Di merasîma ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî beşdar e de bi sedan serok û serkirdeyên cîhanê beşdarî kirin.

Hat ragihandin ku ji bilî serok û serkirdeyên vexwendî, yên ku nehatine vexwendin jî hene. Li gorî agahiyên rayedarên Brîtanyayê di derbarê mijarê de ragihandine;

Rayedarên Rusyayê, ji ber şerê li dijî Ukraynayê nehatine vexwendin. Her wiha rayedarên Îran, Koreya Bakur, Efxanistan, Myanmar û Suriyeyê jî ji bo sedemên cuda ji bo merasîmê nehatine vexwendin.