Mesrûr Barzanî pistgirî da daxuyaniya Ocalan
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di daxuyaniya xwe ya ewil a li ser banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan de got, “Ez pêşwaziya hemû hewldanên ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêkên li herêmê dikim û piştgiriyê didim.”
Her wiha got: Herêma Kurdistanê hertim hêmaneke giring a aştî û ewlehiya herêmê bûye û di vê çarçoveyê de em amadeyiya xwe ji bo pêşkêşkirina her cure alîkariyê dikin û rola xwe ya ji bo serkeftina pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê nîşan didin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê banga Ocalan de daxuyaniyek da.
Serokwezîr di daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman:
“Ez pêşwaziya hemû hewldanên ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêkên li herêmê dikim û piştgiriyê didim.
Herêma Kurdistanê hertim hêmaneke girîng a aştî û ewlehiya herêmê bûye û di vê çarçoveyê de em radigihînin ku ji bo serkeftina pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyehê, em amade ne her cure alîkariyê bikin û bi rola xwe ya di vê pêvajoyê de pêşkêş bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin