Mexmûr | Terorîstên DAISê 11 kes revandin
PeyamaKurd – Li sînorê Mexmûrê terorîstên DAIŞê şeva borî kemînek danîn û 11 kes revandin
Li gor zanyariyan, derengê şeva borî çekdarên DAIŞê li sînorê Mexmûrê bi cil û bergên leşkerî xaleke kontrolê danîne û 11 kes revandine.
Herwiha hat bi destxistin, DAIŞê ji wan 11 kesan, 5 kes berdane û 6 kesên din li cem wan in.
Zanyarî destnîşan dikin, sê kes li xala kontrolê ya çekdarên DAIŞê ranewestiyane û çekdaran gulle berdane û birîndar bûne ji bo tedawiyê ew birine nexweşxaneya Mexmûrê.
Hêjayî gotinê ye; ji wan kesên ku hîn di destê çekdarên DAIŞê de ne, 2 kes Kurd in û 2 kes jî Ereb in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin