NATO: Serkeftina Rusyayê, têkçûna NATOyê ye!

12 October 2022 17:30 0 dîtin
NATO: Serkeftina Rusyayê, têkçûna NATOyê ye!

PeyamaKurd- Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku ew di şerê navbera Rusya û Ukraynayê de ne alîgirên pevçûnê ne lê heger Rusya bi ser bikeve, ew ê ev yek bibe têkçûyîna NATOyê.

Beriya civîna ku dê îro di navbera Wezîrên Berevaniyê yên NATOyê de dest pê bike, ji aliyê Jens Stoltenberg ve daxuyaniyek hat dayîn û bi rêya vê daxuyaniyê rewşa şerê navbera Rusya û Ukraynayê hat nirxandin.

Stoltenberg bal kişand ser hegera encamên şer û got,

“NATO, di şerê navbera Rusya û Ukraynayê de ne alîgirê pevçûnê ye lê piştgiriya me, xwedî roleke bingehîn e. Serkeftina Rusyayê ya li Ukraynayê, dê bibe sedema têkçûyîna NATOyê. Em nikarin destûrê bidin vê yekê.”

Sekreterê NATOyê da zanîn ku ji bo kêmasiyên ewlehiyê yên NATOyê bên tekûzkirin û ji bo ku binesaziya xeternakî bê parastin, ew ê gavên nû bên havêtin.

Stoltenberg  li ser hegera êrîşên ku li binesaziya xeternak bên kirin jî da zanîn ku di hegereke wisa de ew ê bersiveke kolektîf bê dayîn.