Navê kestiya rizgarkirinê “Alan Kurdî” danîn

10 February 2019 21:39 0 dîtin
Navê kestiya rizgarkirinê “Alan Kurdî” danîn

PeyamaKurd- Rêxistina alîkariyê ya bi navê Sea-Eye, di Behra Sipî de bo rizgarkirina koçberan keştiyan wezîfedar dike ku navê keştiyekî danî “Alan Kurdî”. Alan di 2 yê êlûna 2015an de, bi malbata xwe ve li navçeya Bodrûmê li botê siwar bûn da herin Yûnanistanê û bi bira û diya xwe ve di deryayê de fetisîbûn lê cenazê wî li qerexê avê dabû.

Rêxistina bi navê Sea-eye heya niha 14 hezar û395 kesan rizgar kiriye. Li Barselonayê merasimek hat çêkirin û navê keştiya “Professor Albrecht Penck” hat guhertin û navê wê kirin “Alan Kurdî”.Di merasimê de malbata Alan jî hebû.

Malbata Alan Kurdî ji Kurdên Kobaniyê ne û piştî şerê Sûryê xwestibûn herin Yûnansitanê.