Nêçîrvan Barzanî, ligel Balyozê Brîtanyayê civiya
PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro ligel Balyozê Brîtanyayê yê Iraqê civiya. Hat ragihandin ku di hevdîtinê de li ser mijarên siyasî yên Iraqê, rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê û liv û tevgerên DAIŞê guftûgo hatine kirin.
Nêçîrvan Barzanî, îro pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê yê Iraqê Mark Bryson-Richardson û şanda siyasî û serbazî ya ligel wî hatibû, kir. Hat ragihandin ku di civînê de li ser pêşvebirina pêwendiyên Brîtanyayê yên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, geşedanên herî dawî yên proseya siyasî ya Iraqê, rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê, şerê li dijî terorê û liv û tevgerên DAIŞê hatine nirxandin. Hat zanîn ku bi taybetî li deverên maddeya 140emîn, guherîna kêş û hewayê û bandorên wê yên li ser Iraq û Herêma Kurdistanê hatine gotûbêjkirin.
Hat ragihandin ku herdu aliyan tekezî li ser girîngiya hebûna nêrîn û hevfêmkirina hevbeş a aliyên Iraqê yên ji bo çareseriyê kiriye. Li gorî hat ragihandin, di nirxandinên hatine kirin de wekî hev hatiye fikirîn ku heke vîna siyasî hebe, derfet heye ku aliyên siyasî bigihîjin çareseriya ku xitimînan ji nav bibe. Hat zanîn ku herdu aliyan nîgeraniya xwe ya li ser rewşa Şingal û geşedanên navçeyê nîşan dane ku ev yek bûye sedema awarebûna dubare ya xelkê Êzidî û tekezî li girîngiya pêkve karkirina Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo vegerandina aramiya ji bo navçeyê hatiye kirin. Hat ragihandin ku Serdana Nêçîrvan Barzanî ya Silêmaniyê, civîna ligel aliyên siyasî, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û pêwendiyên Iraqê yên ligel derdorê jî çend ji mijarên civînê bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin