Nêçîrvan Barzanî, Wezîrê Awusturyayê pêswazî kir
PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve hat dayîn, îro Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Wezîrê Karên Derve yê Awusturya qebûl kir.
Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat destnîşankirin ku Nêçîrvan Barzanî, li Hewlêrê pêşwaziya Wezîr Alexander Scholenberg û şanda ligel wî kir.
Hat diyarkirin ku Serokê Herêma Kurdistanê, ligel Wezîrê Awusturyayê li ser pêwendiyên Hewlêr û Viyanayê û pêşhatên Iraq û navçeyê gotûbêj kir.
Li gorî hat zanîn, Scholenberg ku şeva borî ji Bexdayê derbasî Herêma Kurdistanê bû, li firokexaneya navdewletî ya Hewlêrê hatibû pêşwazîkirin.
Her wiha tê payîn ku Wezîr Scholenberg bi Serok Mesûd Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî re jî bicive.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin