Otobûsa diçû Wanê wergeriya: 15 birîndar

17 March 2024 09:03 0 dîtin
Otobûsa diçû Wanê wergeriya: 15 birîndar

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku otobûsa rêwiyan a ji Enqereyê ber bi bajarê Wanê yê Bakurû Kurdistanê ve diçû, li ser rêya navbera Kişehir û Qeyseriyê ji rê derket û wergeriya.

Di bûyera trafîkê ya li demjimêr 04:00ê sibehê rû daye de, 15 kes birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan ajokarê otobusa rêwiyan a ku ji Enqereyê diçû Wanê ji ber sedemeke ne diyar ji kontrola derketiye û qeza kiriye. 15 kesên birîndar bûbûn bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Kirşehîrê hatin veguhestin. Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e.