Parêzgariya Colemêrgê, qedexeya çalakiyan dirêj kir
PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Parêzgariya Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê ve hat ragihandin, qedexeya ku li ser çalakiyan hatibû danîn, 15 rojên din jî hat dirêjkirin.
Di 31ê Cotmeha 2022yan de ji aliyê Parêzgariya Colemêrgê ve hemû çalakiyên xwepêşandan, meş, konvedan û daxuyaniyên çapemeniyê yên ku hatibûn qedexekirin, bi biryarekê hat ragihandin ku heta 15ê Mijdarê hatiye dirêjkirin.
Her wiha hat diyarkirin ku biryara qedexekirina wan çalakiyan, ji bo çalakiyên fermî ne derbasdar e û ji aliyê parêzgar û qeymeqaman ve destûr ji bo wan tê dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin